Erdogan: Ew kesên ku dixwazin pêvajoya çareseriyê têk bidin bi sernakevin
Erdogan: Ew kesên ku dixwazin pêvajoya çareseriyê têk bidin bi sernakevin
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku, ew pêvajoya aşitî û çareseriyê, êdî nemaye kar û rojeva hikûmet û dewleta Tirkiyeyê bi tenê, lê belê niha pêwendiya wê 77 milyon welatiyên Tirkiyeyê heye.
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di konfedrasyona Esnaf û Pêşesaziyan ragihand: “Em di cihê berpisyaretiyê de ne li hember canê wan welatiyên turk yên ku li Mûsilê hatine dîl girtin û divê medyaya Tirkiyeyê jî bi berpirsyaretî ligel vê mijarê kar bike.”
Erdogan got: “Canê wan 49 welatiyên tirk yên ku di destê DAIŞê de ne pir girîng e û em necarin ku ha ji gotinên xwe hebin.”
Derbarê pêvajoya aşîtiyê li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê Serokomarê Tirkiyeyê got: “Em nahêlin ew kesên ku dixwazin pêvajoya aşîtiyê bi aliyê xwe de bibin, bila ti kes bê hêvî nebe, ji ber ku li pêşiya Tirkiyeyê jibilî çareserkirina pirsa kurd ti bijardeyên din nîne.”
Erdogan wiha da zanîn: “Ew kesên ku dixwazin pêvajoyê bi hencetên corbecor têk bidin bi sernakevin û nikarin morala xelkê Tirkiyeyê alûz bikin.”
Receb Tayib Erdogan ragihand ku, pêvajoya aşitî û çareseriyê, êdî nemaye kar û rojeva hikûmet û dewleta Tirkiyeyê bi tenê, lê belê niha pêwendiya wê 77 milyon welatiyên Tirkiyê heye.
Erdogan bê ku navan bêje behsa şerê salên borî li Tirkiyeyê kir û got: “Ev 30 slale welatê me bi tenê şerê terorê dike, lê welatên cîhatê tenê li me dinerîn, carna hineka ji wan hevkariya terorîstan jî dikir.”
Derbarê komên çekdaran û gotinên ku dibêjin Tirkiyeyê hevkariya wan koman dike, Serokomarê Tirkiyeyê wiha domand: “Tirkiyeyê bi bê cudahî li dijî hemû komên terorîstan e.”
Rûdaw
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.