Erdogan: Ez Lijneya Şopandinê erênî nabînim
Serokomar Recep Erdogan der heqê lijneya şopandinê de axivi û got: Divê ez eşkere bibêbijim. Ez vê erênî nabînim.
Serokomar Erdogan derbarê avakirina lijneya ku pêvajoya çareseriyê bişopinî de got ew wê yekê erênî nabîne.
Serokomar Erdogan beriya serdana Ukraynayê li balafirgehê pirsên rojnamevanan bersivand û wiha ifade kir: "Ez ve nûçeyê ji rojnameyan dixwînim. Haya min ji tiştekî wiha tuneye. Divê ez eşkere bibêbijim. Ez vê erênî nabînim. Lewra di heyama Serokwezîriya min da ji min pirsîbûn min wê çaxê jî gotibû em tiştekî wiha nafikirin û niha jî heman tiştî dibêjim. Ev ne tiştên rast in."
Wek tê zanîn duh di çapemeniyê de hatibû îdiakirin ku hunermend Kadir Înanir, akademîsyen Profesor Doktor Denîz Ulke Aribogan û rojnamevan Avnî Ozgurel, Ozturk Turkdogan dê di lijneya şopindinê de cih bigrin. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.