Erdogan pêşwaziya Mesrûr Barzanî kir

Erdogan pêşwaziya Mesrûr Barzanî kir

Serokkomarê Tirkîyeyê Recep Tayyip Erdogan, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û heyeta pê re li Ofîsa Kar a Dolmabahçeyê ya li Stenbolê qebûl kir.

Wezîrê Derve yê Tirkîyeyê Hakan Fîdan, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî Alparslan Bayraktar, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler û Serokê Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî Îbrahîm Kalin jî di pêşwazîkirinê de amade bûn.

Her çend daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn jî, nûnerên wezaretê yên ku beşdarî civînê bûne destnîşan dikin ku dij-terorîzmê, hevkariya enerjiyê û mijarên ewlehiya herêmî di rojevê de ne. Civîn di demekê de pêk hat ku Projeya Rêya Geşepêdanê û dînamîkên ewlehiyê yên li herêmê di merhaleyek krîtîk de ne. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.