Erdoğan Qanûna Torbe Erê Kir

Erdoğan Qanûna Torbe Erê Kir

Serokcimhûr Receb Tayyîb Erdoğan, qanûna torbe ya ku ji baştirkirina şertên xebata karkerên madenê heta tayînkirina mamosteyan gelek rêkûpêkkirinan dihewîne, tesdîq kir û şand serokwezîrtîyê.

Serokcimhûr Receb Tayyîb Erdoğan, Qanûna Torbe ya di warê qanûna kar û guhertinên di hinek qanûn û qirarnameyên di hukmê qanûnan de tesdîq kir û ji bo weşandinê şand serokwezîrtiyê.

Qanûn ji baştirkirina şertên xebatkarên ocağa madenê heta tayînkirina mamosteyan, ji cezayên vergî û bacê heta tayînkirina wezîfedarên qamûyê gelek rêkûpêkkirinan dihewîne.

Li gorî qanûnî heger karkerên madenan rojekê jî xebitî bin, ew ê ji tezmînata qidemê karibin îstîfade bikin. Ew ê qederê xebata wan jî heftê herî zêde 36 saet be û rojê jî bi ser 6 saetan nekeve. Umrê teqawîdbûnê ya karkerên di binê erdê de dixebitin, ji 55an daket 50yî. Ew ê mehaneya xebatkarên ocağa lînyît û komirê, ne kêmî du qatê ucreta asgarîyê be. 

Bi qanûnê 40 hezar mamoste tên tayînkirin. Li hemû bajaran nahîye tên rakirin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.