Ereban em bi tenê hiştin
Lîderê Hamasê Xalid Meşal îfade kir ku di heyama êrîşên Îsraîla siyonîst de hinek dewletên ereb ew bi tenê hiştine. Meşal got “Lê me ew effû kirin”
Bi minasebeta zafera grûbên berxwedanê yên Filistînê ya li ber Îsraîla siyonîst, li Saydaya bajarê başûrê Lubnanê, pîrozbahî hat rastkirin. Lîderê Hamasê Xalid Meşal, bi wasîteya telekonferansê tevlî pîrozbahîyê bû.
Meşal beyan kir ku wê berxwedana Filistînê heta ku Şerîaya Rojavayê, Quds û hemî Filistîn rizgar bibe, di rêya zaferê de berdewam be. Xalid Meşal wiha got: “Hinek welatên ereb, em di vê zemanê dijwar de bi tenê hiştin. Lê me ew effû kirin.”
Meşal malavahiya Lubnana ku bi sazî û partiyên xwe destek dane xelkê Filistînê kir û wiha got: “Hamas terefdarê parastina ewlehî û îstîkrara Lubnanê ye. Em rêz û hurmetê nîşanî xisûsîyetên Lubnanê didin û tevlî nav karê wan nabin. Heta ku em vegerin welatê xwe, em li vir mêvan in.”
Temsîlkarê Lubnanê yê Hamasê ‘Elî Bereke jî da zanîn ku berxwedan rêya herî kin û rast e ya ku dighîne azadiya Quds û Filistînê. Bereke wiha got: “Mayîna filistînîyan ya li Lubnanê, ne daimî ye. Armanca filistînîyan tenê vegera welatê xwe ye.”
Li aliyê din Teşkîlata Xebat û Alîkariyê ya ji bo Multeciyên Filistînê ya Neteweyên Yekbûyî di beyana xwe de da zanîn ku di êrîşên 51 rojê de, li gorî şert û îmkanan li tesîsên ku zirar dîtine xebatên tesbîtkirina xisarê hatine kirin.
Di beyanê de hat îfadekirin ku di êrîşên Îsraîla siyonîst de, 111 tesîsan zarar dîtine. Ji wan 3 heb yekser xera bûne.
Di êrîşên Îsraîla rejîma terorê yên ku di 7ê Temûzê de dest pê kiribûn û 51 rojê dewam kiribûn de, 578ê wan zarok, 346ê wan jin, hezar û 221ê wan mêr bi tevahî 2 hezar û 140 kes şehîd bûbûn, pirê wan jin û zarok 11 hezar û 100 kes jî birîndar bûbûn. Gelek xanî yekser xera bûbûn û 150 camî jî xisar dîtibûn.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.