Erebeya bombebarkirî hat îmhakirin

Erebeya bombebarkirî hat îmhakirin

Li Batmanê erebeyeke bombebarkirî hat îmhakirin

Li Taxa Yeşîltepeya Êlihê  di nava garisan de erebeyeke bombebarkirî bi şiklekî terkkirî hat peydakirin. Erebeya bombebarkirî ji dûr ve hat teqandin.Hat ragihandin ku di derbarê mijarê de kesek hatîye binçavkirin.

Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin polêsan li navênda bajêr erebeyeke şikdar şopandin.Kesên ku erebeya şikdar diajotin dema ku pê derxistin polês di pey wan de ye revîyan. Demeke dirêj polêsan dan pey kesên şikdar. Kesên şikdar di derdora seat 02.00an de erebeya bombebarkirî li taxa Yeşîltepeyê di nava garisan de danîn û ji wê derê bazdan.

Polêsan li cihê ku erebe lê hatîye terkkirin tedbîrên ewlehîyê standin  û ji dûr ve erebeya bombebarkirî teqandin. Hat hînbûn ku xwedîyê erebê hatîye binçavkirin û ji bona kesên ku bazdane werin girtin  polêsan dest bi xebatan kirin.

Di derbarê mijarê de lêkolîn hê jî didomin.(ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.