Êrîş li Balyozxaneya Îranê ya li Vîyanayê hat kirin
Li Vîyana paytexta Avusturyayêêrîş li balyozxana Îranê hat kirin, kesê êrîşkar hat kuştin.
Hat ragihandin li Vîyana paytexta Avusturyayê êrîş li balyozxana Îranê hat kirin, kesê êrîşkar ê ku bi kêrê êrîşî leşkerê ku balyozxanê mihafeze dikir kir ji teref leşker ve hat kuştin.
Berdevkê Polêsên Vîyanayê derbarê mijarê de diyar kir welatîyê Avusturya yê 26 salî derengîyê şevê bi kêrê êrîşî leşkerê ku balyozxanê mihafeze dikir kir, leşker piştî ku ji teref êrîşkar ve hatiye birîndarkirin re bi damençê êrîşkar kuşt.
Derbarê sedema êrîşê de tu daxuyanî nehat dayîn.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.