Êrîş li polîs hat kirin: Polîsek jiyana xwe ji dest da
Li Diyarbekirê komek PKKyîyên bisileh êrîşî polîsan kir. Polîsek jiyana xwe ji dest da
Li navçeya Yenîşehîra Diyarbekirê li semta Şehîdlîkê komek PKKyî bi çekan êrîşî polîsên ku dewrîye digerîyan kir.
Êrîş îro di seat 14.55an de pêk hat.
Li gor agahîyan di êrîşa ku li polîsan hatiye kirin de 2 polîsên ku di nava erebê de bûn giran birîndar bûne û kesên PKKyî yên ku êrîş pêk anîne jî bi rexê Ben û Senê Ve revîyane.
Polîsên ku di êrîşê de birîndar bûbûn bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyan.Polîsek li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.
Hat ragihandin ku piştî êrîşê polîs semte dorpêç kiriye.(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.