Êriş li zanîngehê kirin: 147 kes hatin qetilkirin

Êriş li zanîngehê kirin: 147 kes hatin qetilkirin

Li Kenyayê endamên rêxistinê êrîşî Zanîngeha Garîssayê kirin, di encamê de herî kêm 147 kes hatin qetilkirin û 79 xwendekar jî birîndar bûn.

Wezîrê Karên Navxweyî yê Kenyayê Joseph Nkaissery  piştê  êrişê daxuyaniyek da û ragihand ku di encama êrîşê de 147 kes mirin û 79 xwendekar jî birîndar bûn.

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan der barê êrîşê  daxuyaniyek da. 

Erdogan wiha got:  "Serê xizmên kesên ku di êrîşa terorê de mirin sax be, Xwedê sebrê bide wan û şifaya xêrê bide birîndaran. Em wek Tirkiye êşa gelê Kenyayê parve dikin û êrîşê şermezar dikin." (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.