Êrîşên 11ê Îlonê
Emrîka û hevalbendên wê, bi hinceta êrîşên 11ê Îlonê coğrafyaya Îslamê îşgal kirin. Pey van êrîşan alema Îslamê nexasim Efğanistan, Iraq, Pakistan, Lîbya, Misir, Filistîn, Sûrîye, Yemen, Somalî, Araqan, Efrîkaya Navîn tu rihetî nedîtin.
13 sal berê di 11ê Îlonê de li Emrîkaya ku wek dewleta herî hêzdar dihat reklamkirin, Qûleyên Cêwî û Pentagona leşkerîbûbûn hedefa êrîşên bi teyareyan. Di êrîşan de her du qûle hilweşiyabûn, teyarek bi ser Pentagona merkeza leşkerî ketibû û teyarekek jî li çola Pensîlvanyayê ketibû. Di hedîseyan de nêzî 3 hezar emrîkî hatibûn kuştin.
Pey van êrîşan coğrafyaya Îslamê tu rihetî nedî. Êrîş bûn hinceta Emrîka û hevalbendên wê ku coğrafyaya Îslamê îşğal bikin. Emrîkaya emperyalîst ewilî Efğanistanê paşê İraqê îşğal kir, Lîbyayê bombeberandin kir, li Misrê derbe hat rastkirin û Sûriye bû gola xwînê. Bi îfadeya Qondoleza Rayza wezîra wê dewrê ya karên derve ya Emrîkayê, ji Fasê heta Endonezyayê dest bi guhertina îdare û xerîteya 22 welatên îslamê hat kirin. Kurê Bûş ji bo îşgala Emrîkayê gotibû herba xaçperestan a nû ye.
Pey van êrîşan tenê li İraqê yek û nîv milyon İraqî hatin qetilkirin. Li welatên muslumanan nexasim jin û zarok bûn qurbanên van qetlîam û îşğalkirinan. Emrîkaya emperyalîst hê jî li dû planên îşğalkirinê ye.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.