Êrîşên li dijî penaberên Sûriyê li Tirkiyê zêde dibin
Avahiya penaberên Sûriyê ya ku li navçeya Altindag hat şewitandin
Piştî şoreşe Sûriyê ku di 15ê adara 2011an de destpêkir û ew veguhêzî şerê çekdarî di navbera opozîsyona Sûriyê ya leşkerî û Artêşa Sûriyê de, bi milyonadn hezaran xelkê Sûriyê ji ber dijwariya şer û nemana ewlekariyê, malên xwe berdan û li welatên derdûr bûn panaber.
Penaberên Sûriyê ku di destpêka 2013an de tenê 200 hezar kes bûn li Tirkiyê, niha û li gor daxuyaniyên wezîrê derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu gihiştin nêzîka milyonek ku di 22 kampan de dijîn, lê piraniya penabaran li derveyî van kampan li nav bajar û navçeyên Tirkiyê dijîn.
Tevî ku ew penaberên li derveyî kampan li Tirkiyê dijîn, ji gelek mafan mehrûmin û bi dest erzanî jî kar dikin, lê dem bi dem ew rastî êrîşên hemwelatiyên Tirkiyê tên û ew êrîş roj bi roj zêdetir û berferehtir dibin.
Berî sê rojan li navçeya Altindaga paytexta Tirkiyê Enqereyê di navbera hemwelatiyekî Tirkiyê û penaberekî Sûriyê de pevçûn derket û di encam de bi sedan hemwelatiyên Tirkiyê êrîşî penaberan kirin û avahiya ku ji sê qatan pêk tê û panaber tê de cî dibûn, şewitandin û nehiştin tîmên agirkujê xwe bighînin ciyê bûyerê û di encama wan pevçûnan de 8 kes birîndar bûn û gelek kes jî hatin binçavkirin.
Ew bûyera ku roja çarşemê bi şev li navçeya Altindaga Enqerê destpêkir, duh bi şev dîsa bi sedan hemwelatiyên Tirkiyê meş lidarxistin û dirûşmên “Bila welatê me berdin” li dijî penaberên Sûriyê avêtin, lê ji ber penaberên Sûriyê dengê xwe nekirin xwepêşandan bê bûyer derbas bû.
Dîsa roja 9ê gulanê li navçeya Hassa ya girêdayî bajarê Hatay li nêzîkî sînora Sûriyê, ji ber sedemeke nediyar di navbera hemwelatiyên Tirkiyê û penaberên Sûriyê de pevçûn derket û jineke Penaber birîndar bû û kemyoneke penaberekî Sûriyê hat şewitandin.
Herwiha li navçeya Farqîna Amedê jî roja 9ê gulanê hemwelatiyên Rojavayê Kurdistanê şeva borî rastî êrîşa bi kêra ji kesên nasnameya wan nediyar hatin û 2 kes birîndar bûn û li gorî agahiyan 2 kesên tevlî bûyerê bûn hatin girtin û binçavkirin.
Çavdêrên Siyasî dibêjin ku ev bûyerên ku roj bi roj mezintir û berferehtir dibin “ne jixweberin, hin aliyên siyasî yên netewperest li paş van hene û hikûmeta AKPê jî berpirsiyariya xwe ya mezin li hember van êrîşên li dijî penaberên Sûriyê heye”.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.