Êrîşên Natoyê

Êrîşên Natoyê

Îddîa İsafê: Gelek Mensûbên Talîban Hatin Kuştin

Îşgalker û dagirkerê NATOyê, li Efğanîstanê êrîş û zulma xwe dewam dike. Nexasim eskerên Emrîka û welatên rojava, gelek cara ji bo kêf û zewkê êrîş û qetla sivîlan dikin. Qetlîaman rast dikin. Kesên dikujin jî, terorîst nîşanî dinyê didin. Heger eşkere bibe ku kuştî sivîlbin, radibin tenê ‘uzrê dixwazin.

Hêzên NATOyê İSAF, îddîa kir ku li Efğanîstanê li bajarê Farahê, bi ordiya Efğan re, di hevoperasyonên 10 rojên dawîn de, gelek mensûbên Talîban kuştine.

Li aliyê din li Pakîstanê jî, êrîş hat kirin. Di êrîşa li bajarê Lahorê de, 9 polîsên stajyer hatin kuştin. Kesên bi maske û bi sîleh, li ber lojmanan êrîşê pêk anîn. Tê gotin ku Talîban êrîşê daye ser xwe.

Hat gotin ku polîsên êrîş li wan hatiye kirin, ji Hayber ne û dersa perwerdehiya polîstiya hepsê digirtin. Berdevkê Talîban diyar kir ku êrîşê birine ser polîsên ku di hepsan de heqaret û tevgerînên ğeyrî însanî dikin.

(Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.