Êrişkaran êriş li mizgeftê rast kirin

Êrişkaran êriş li mizgeftê rast kirin

Li Yemenê êriş li mizgeftê hat rastkirin. Di êrişa bombeyê de 90 kes hat qetilkirin û bi sedan kes jî birîndar bûn.

Êrîş li mezgeftên paytext Sanayê, Haşûş û Bedirê hat rastkirin. Li  gor agahiyên ku hatin bidestxistin êrîş di dema ku mirov li mizgeftan, ji bo nimaja înê kom bûn hat rastkirin. 

Di encama êrîşande 90 kes hat qetilkirin bi sedan kes jî birîndar bûn.

Hat agahkirin ku di navbera kesên hatinê qetilkirinde gelek zarok jî hebûne.

Li gor nûçeyên ku ji çavkanîyên Wezareta Bervanîy hatine bidestxistin êrîşên ku li mizheftan hatiye rastkirin, bi êrîşên xwe kujî hatiye rastkirin.

Heta niha tu kesî ev êrîşana negirtiye serxwe.

Wekî ku tê zanîn meha berê Tevgera Hûsîyan parlementoya Yemenê betal kiribû û konseyek ji 551 endamî pêk dihat ava kiribûn. (ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.