Esnafê Diyarbekirê birînên xwe dipêçe
DİYARBEKİR - Esnafê navçeya Baglarê ya ku di dema qedexeya derketina derve de ji ber pevçûnan zirarê dîtibû birînên xwe dipêçe.
Li navçeya navend a Baglara Diyarbekirê piştî ku di Taxa Kaynartepe, hawîrdora Çarêyanê, cadeyên Gursel, Cemîloglu û Nukhetê de qedexeya derketina derve hat rakirin texrîbata ku pêk hatibû derket holê.
Esnafê hawîrdor diyar kir ji ber ku şer derketiye karê wan tune. Ji ber vê yekê esnaf bang li rêvebiran kir ku ji rewşa wan re çareseriyekê bikin.
Murat Yoldaşê ku ku li ser Cadeya Nukhet Coşkunê dikana wî heye destnîşan kir ev yek heftê ye ku dikanên wan asê ne.
Yoldaş bal kişand ji ber ku gel ji navçeyê koç dike karê wan jî wek berê baş naçe. Dûvre Yoldaş axavtina xwe wiha domand: “Ji xwe berê jî pirsgirêk hebû. Me nedikariya ku bacên xwe bidin. Ji ber ku ev heftêyek e dikanên me asê ne karê me ji binî ve sekinî. Malbatên hawîrdor hêdî hêdî ji vir diçin. Dema ku malbat biçin karê me jî disekine. Ji ber vê yekê em di dayîna bacên xwe de zehmetî dikêşin. Wek esnaf rewşa me xirab e. Em hêvîdar in ku Xwedê Teala deriyekê xêrê veke.”
Saît Başcanê ku karê wî alvêra çûk û masiyên akvaryûmê ye diyar kir ji ber ku hefyiyekê bû ceyran tunebû gelek masiyên wî mirîne. Dûvre Başcan axavtina xwe wiha domand: “Ji bo ev zirarên ku me dîtiye were têrkrin wek esnaf me miracatê derên ku hewce dike kir. Lê ev çareserî nînin. Ji bo ku em zirarên xwe biqedînin ev serîlêdan kafî nînin. Lewra di şerê de me bes ji aliyê madî ve zirarê nedît. Ji bo ku ev gel were hemdê xwe divê ku çend meh derbas bibe. Em dixwazin ku demildest dawî liv ê şerê were. Gelê misliman yê Kurd ve yekê heq nekiriye.”
Mehmet Şevket Arslan destnîşan kir ku ji ber pevçûnan 6 hezar Lîre zirarê dîtiye. Dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ez dixwazim ev zirarê ku min dîtiye were têrkirin. Ji ber şer û pevçûnan karê me wek berê baş nînin. Kar tune, esnaf perîşan e. Em bang li rêvebiran dikin ku alîkariya gel bikin.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.