1. HABERLER

  2. KURDÎ

  3. Esnafê Midyadê hewl dide ku bandora teqînê li ser xwe bavêje
Esnafê Midyadê hewl dide ku bandora teqînê li ser xwe bavêje

Esnafê Midyadê hewl dide ku bandora teqînê li ser xwe bavêje

MÊRDÎN - Li navçeya Midyada Mêrdînê esnafê ku di teqîna ji teref PKKê ve hatibû lidarxistin de zirarê dîtibû hewl didie ku devdorê xwe sererast bike.

A+A-

Li navçeya Midyada Mêrdînê di encama teqîna ku ji teref PKKê ve hatibû lidarxistin de 2yê wê siwîl bi tevahî 4 kes jiyana xwe ji dest dabûn. Esnafê navçeyê jî hewl dide zirarê ku ji ber teqînê dîtibû ji holê rake.

Esnafê navçeyê ya ku bûbû şahidê teqînê di derbarê dema êrîşê de ji ÎLKHAyê re axivî. Esnafê ku exivî diyar kir ku ew gelek tirsyane û wan vê êrîşê şermezar kirin.

 “Xisara madê tê temîn kirin lê însan dûbare nayê dinê”

Mehmet Turanê ku ji teqînê zirarê dîtibû diyar ku wî gelek zirarê dîtiye. Dûvre Turan wiha axavtina xwe domand: “Em ji nanê xwe bûn. Li vir mabû sererast lê vira jî kambax kirin. Nizanim ku ev çi dikin. Em şaşwaz in. Ez nizanim çi bibêjim. Zirarê me pir mezin e. Dikana me hamî hilweşiya. Xisara madê tê temîn kirin lê însan dûbare nayê dinê.”

 “Ez êrîşa wiha ya ku di Meha Remezanê de tê lidarxistin şermezar dikim”

Ji esnaf Adem Alp destnîşan kir ku wî di dema teqînê de zor canê xwe xelas kiriye. Alp wiha pêde çû: “Ez li ber deriyê bûm. Ji nîşka ve teqîn pêk hat. Ji ber ku tûndiya teqînê zêde bû erd hejiya. Min canê xwe zor xilas kir. Gelek zor bû. Em jî nizanin ku ew çi dixwazin. Em perîşan bûn. Ez êrîşa wiha ya ku di Meha Remezanê de tê lidarxistin şermezar dikim. Wey li wan bibe. Derdê wan çiye?”

Fatîh Selê esnafê hawîrdor diyar kir ku bandora teqînê li ser xwe navêtiye. Sel wiha ragihand: “Ez di hindir da bûm. Mişterî hebû. Wê çaxê teqînek mezin pêk hat. Mişterî pir tirsiya. Me demildest xwe avêt derve. Cam şikestin. Cîranê min birîndar bûbû. Di nax xwînê de mabû. Demek pir dijwar bû. Em di heyata xwe de teqînekê wiha mezin nedîtibû. Hêj jî ez di şoqê de me. Ez jî nizanim min xwe çawa avêt derve.”

 “Qebûlkirina vî hişmendiyê karê mirovahiyê nînin”

Îbrahîm Çelîkê berber wiha pêde çû: “Ji ber ku Meha Remezanê bû ez li malê bûm. Hêj min dikanê venekiribû. Xweda dûr bike heke em li vir bûbûna nizanim dê çawa bûbûya. Midyad memleketek pir temîz e. Herkes dikare li vir bijî. Qebûlkirina vî hişmendiyê karê mirovahiyê nînin. Hûn hawîrdor dibînin. Heta 4 taxan wêde camên dikan û malan perçe perçe bû. Xweda belayê wan kesên ku vê yekê kiriye bide.”

Abdullah Ergunê esnaf ya ku ji ber Meha Remezanê ye biroj dikana wî asê ye wiha ragihand: “Ji ber ku Meha Remezanê ye biroj dikan asê ne. Em di fitarê de dikana xwe vedikin. Em bi şiklekî diltirs hatin. Hûn rewşa me dibînin. Zirarê me mezin e. Em nizanin çi bibêjin. Em şermezar dikin.”

Karkerê marketê Ercan Tunç wek: “Ez li malê rûdiniştim. Saet derdora 10.50 bû ji nîşka ve ez ji ber dengê teqînê veceniqîm. Wisa tûndî bû ku me got qet apartmana ku em tê de dijîn rabû û rûnişt. Em pir diltirs bûn. Em vî şermezar dikin.” axivî. (ÎLKHA)

 





















 



 

 

HABERE YORUM KAT

UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.