Esnafê Surê malên xwe nîvbiha difroşin
Ji ber qedexeya derketina derva ya navçeya Sura Amedê tacir nikarin dikanên xwe vekin, yên ku vedikin jî ji ber deynê xwe yên benqayê malê xwe nîvbiha difroşin.
Ji ber ku çendîn roj in li Surê qedexeya derketina derve didome esnafê Surê pir mexdûr bûne.
Tacirên Surê ji bo ku deynê xwe yên benqayê bidin li rexê Ofîsa Yenîşehîra Amedê dezgeh vekirine û malên xwe nîvbiha difroşin. Ji taciran R.G, diyar kir ku pir mexdûr bûne. Ji ber vê yekê li rexê Ofîsa Yenîşehîrê li ser peyarêyê dezgeh vikiriye û ji bo ku deynê xwe yê benqayê bide malê xwe nîvbiha difroşe.
Dûvre R.G, axvtina xwe wiha domand: “Dikana min yê ku li Surê ye 2 meh in ku girtî ye. Me li wir malên kozmetîkê difrot. Dema me dît ku mexdûriyeta me çareser nabe em 15 roj berê hatin vir û me li vir ji xwe re dezgehekê vekir. Li vir ji bo ku em deynê çekên xwe bidin em malên xwe nîvbiha difroşin.”
“Êdî em bûn wek çerçi”
R.G, axavtina xwe wiha domand: “Heke dikana min hebûya çima niha ez li vir bûma. Zirarê me gelek in. Armanca me ne ew e ku em kar bikin. Em dixwazin him gel ji vê yekê fayde bibîne him jî em deynê xwe yên çekan bidin. Êdî em bûn wek çerçi. Nîvê malê min hêj jî di dikanê de ye. Heke ku dikana min vekirî bûya li wir çi karê min hebî.”
R.G, diyar kir dixwaze ku ev medûriyeta gel tê de ye demildest were çareser kirin. Her wiha R.G, diyar ku bêriya dikana xwe kiriye. Ji ber vê yekê hêvî dar e ku rewşa bajêr aram bibe ku ew jî êdî biçe dikana xwe veke. (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.