Eşqa camiyê yê xalê ku çavên wî nabînin

Eşqa camiyê yê xalê ku çavên wî nabînin

Mustafa Alataşê 83 salî berî vê 20 salan çavên wî kor bûn, lê wî dîsa dev ji di wextê wê de li camiyê kirina nimêjê berneda.

Altaş berî vê 20 salan ji ber tansiyona zêde ji traktorê ket û çavên wî kor bûn. Alataş piştî vê bûyerê çûyîn û hatinên xwe yên camiyê zêdetir kir . Digel vê halê xwe ya korbûyî di çarçoveya îmkanan de hewil dide temamê nimêjên xwe di wextê wê de li camiyê eda bike. Alataşê ku bi alikariya zarokên taxê û hevalên xwe hewil dide here camiyê carinan ji ber ku tu kes nîne ku wî bibe camiyê xemgîn dibe.

Alataş  destnîşan kir ku ew dixwaze ji bo karibe biçe camiyê hema hindik be jî ber xwe bibîne û nesîhetan li însanan kir da ku qiymeta sihhetê zanibin û berî ku bibe dereng kar û amelên bi xêr bikin.

Alataş di berdewama axavtina xwe de destnîşan kir ew di rabirdûyê de di bin şert û mercên giran de jiyanek bi zehmet borandiye û wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Di nav însanan de hesûdî zêde bû. Berê tiştên wisa tunebû. Dema ku banê yekî dihat xwarê em wek gundiyan temam jê re dibûn alîkar. Lê niha ev ji holê rabûye. Niha tê hêvîkirin ku xwediyê xanî jî di bin xanî de bimîne.”

 “Dema ku ez nikarim biçim mizgeftê ez aciz dibim”

Alataş destnîşan kir ew dizane ku li camiyê bi cemaetê kirina nimêjê efdaltir  û xêrtir e û ew ji ber vê yekê her tim hewil dide biçe mizgeftê. Alataş dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ 2 zarokên min Qur’anê xwendin. Min jî dixwast bixwînim, lê çênebû. Nimêja ku li mizgeftê tê kirin 70 qet bi xêrtir e. Ger ku xort jî nimêj bikin û biçin mizgeftê dê baş bibin. Nimêjên min qet li min naçe. Bi roj dema xewa min tê ez radizim. Tizbeha min heye, ez tesbîhatê dikim. Ger rê vekirîbin û kesek hebe min bibe camiyê ez dixwazim biçim mizgeftê. Carinan li hev nayê, zarok ne hazir in. Ez bi tena serê xwe nikarim biçim. Carinan ez dibêjim ‘Xwezî çavên min ne kor bana ez bi tena serê xwe çûbana mizgeftê.’ Dema ku ez nikaribim biçim camiyê ez xemgîn dibim.”

 “Xwezî malê min tunebana  û çavekî min tenê ne kor bana”

Alataş di dawiya axavtina xwe de destnîşan kir dinya wargeha îmtîhanê ye û çi were serê Mislimanan bila were divê ew sebir bikin. Alataş dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “ Ji ber ji Xweda hatiye ez sebr dikim. Ger ku çavên min nekorbana min zêdetir dixwast di rêya Îslamê de biçim. Ji ber ku emrê Xwedê ye ez şikir dikim. Korbûn gelek zor e. Carinan ez dibêjim ‘Xwezî malê min tunebana  û çavekî min tenê ne kor bana.”(ÎLKHA)










 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.