Ev 22 Sal E Li Hêvîya Kurê Xwe Ye
Dayıkek bı halê xwe yê nexweş bı tenê dıjî… ev 21 sal e dayıka zerîfeyê ya 84 salî lı hêvîya kurê xwe yê ku jı bo dersa quranê qetîye hepsê ye. dayıka zerîfeyê, dıxwaze ‘edalet pêk bê û bı çavê dınyayê cara dawîn kurê xwe bıbîne.
Dayika Zerîfeyê 84 salî ye û bi tenê dijî… Dayik ev 21 sal e li hêvîya kurê xwe yê ku wê were malê ye. Kurê dayika Zerîfeyê, ji ber dana dersa Quranê û fealîyetên Îslamî hatiye girtin. Dayika dilsoj li ser bêhuqûqîyên ku bi ser kurê wê de hatiye kirin, ji ajansa Îlkeyê re xeber da.
Kurê dayika Zerîfeyê, di sala 1993an de 21 salî bû û ji teref polêsan ve hatiye binçavkirin. Di binê îşkenceyan de belge bi zorê pê dane îmzekirin û ew xistine hepsan. Niha ‘umrê Şevket Aktaşê kurê dayika Zerîfeyê 43 salî ye.
Dayika dilsoj li ser tiştên ku wê demê bi serê kurê wê de hatine qewimandin weha got: “Ka sûcê kurê min çî ye gelo? Dersa Quranê dida û fealîyetên îslamî dikir.”
Dayika dilsoj îfade kir ku gava kurê wê hatiye binçavkirin marûzî îşkenceyên giran bûye û li mehkemê bi cezayê muebbetê hatiye cezakirin.
Wekî tê zanîn ku di nêz de bersûc û mehkûmên dozên Ergenekon û Balyoz û Kckê hatibûn berdan. Lê neberdana kesên ku ji ber xizmetên Îslamî hatine girtin nayê fêmkirin.
Çınarın Sesi
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.