Ev êrîşên bombeyî gel diltirs dike

Ev êrîşên bombeyî gel diltirs dike

DÎLOK - Di van rojên dawî de ji ber ku teqîn û bûyerên tûndî diqewimin civak ji van bûyeran bi şiklekî neyînî bandordar dibe. Ji ber vê yekê gel diyar kir divê ku çareserê ji vê pirsgirêkê re were kirin.

Ev êrîşên bombeyî yên ku di van rojên dawî de tên lidarxistin civakê nêyînî bandordar dike. Ji ber ku bûyerên tûndî roj bi roj zêdetir dibin û her wiha hinek idîayên ku ne rast in li ser malpera înternetê cî girtiye xelk gelek diltirs e. Tê dîtin ku gel ji derên qelebalix direve.

Xelkê Entabê destnîşan kir bi taybet di raya giştî ya civakî de ji ber îxbarên ‘pileqeya wesatîta ku ji bomban hatiye dagirtin’ û ‘xwekuj’ ê pirr diltirse. Gel diyar kir ji bo ku dawî li van bûyerên tûndî were pêwîst e ku rêvebir çi hewce dike bikin.

Ji welatiyan Mustafa Kaya destnîşan kir di nabeyna 4 mehan de li Enqerê 3 teqîn çêbûye. Dûvre Kaya wiha axavtina xwe domand: “Divê ku ev bûyer li Tirkiyê neqewimin. Lê hinek kes ji vê yekê tên xweyî kirin. Di van 4 mehan de li Enqerê 3 teqîn pêk hat. Divê ku li ser vê mijarê bê sekinandin. Çima beriya van bûyeran tedbîr nehatin girtin? Divê ku di der heqê vê yekê de hişyar bibin.”

Adem Kilinç diyar kir ji ber ku tûndî û êrîşên bombeyî diqewimin gel ditirse ku derkeve kolanan. Dûvre Kilinç wiha pê de çû: “Niha li Tirkiyê bûyerên alîgir û çepgiran tune. Welatiyên Tirkiyê xwedî li welatê xwe derdikeve. Di derbarê van bûyeran de him berpisyariyên gel him jî yên hikûmetê zêdetir bûye. Înşaellah em dê bi vê şiklê ji heqê van êrîşan derkevin. Divê ku gel hemî bi hev re bersivê bide van bûyeran.”

 “Em êdî hizûr û aramî dixwazin”

Mehmet Ozduman ji van bûyerên ku diqewimin re bertek nîşan da. Dûvre Ozduman wiha li axavtina xwe zêde kir: “Xwedê Teala belayê wan kesên ku vê yekê dike bide. Em wek welatî diltirs in. Xizm û zarokên me jî hene. Xwedê Teala alîkarê gelê me bibe. Em êdî hizûr û aramî dixwazin. Em bes aramî dixwazin.” (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.