Ev Serê Sê Meh e Ku Roboskî Li Hêviya ‘Edaletê Ye

Ev Serê Sê Meh e Ku Roboskî Li Hêviya ‘Edaletê Ye

Platforma Roboskî re ‘Edalet, mektûba 34 an ya kampanya bi navê “‘Edalet, sînor bê minnet”, piştî ku bi xelqê re hevpar kir, şand wezaretan, serekwezîriyê û serekcimhûriyê.

Platforma Roboskî re ‘Edalet, mektûba 34 an ya kampanya bi navê “‘Edalet, sînor bê minnet”, piştî ku bi xelqê re hevpar kir, şand wezaretan, serekwezîriyê û serekcimhûriyê. Platform bal kişand ser vê yekê û weha got “Ev serê 90 rojî ye ku qetlîama Roboskî qewimiye. Heta ‘edalet pêk bê wê xebatên me dewam bike.”

 

Platform, di 20ê sibatê de, dest bi şandina mektûba kiribû. Di her mektûbekê de, heyata kuştiyekî qetlîamê hatiye nivîsandin û ji hikûmetê re hatiye şandin.

 

Beyenata platformê parêzer Selahaddîn Çoban xwend. Parêzer Çoban weha got “Di 28ê Kanûna 2011an de, bi operasyonek 34 hemwelatî hatin qetil kirin. Em ji 20ê sibatê pêve, çiroka heyata kuştiyan dişînin ji wan kesan re ku bi pêkanîna ‘edaletê  mesûl in. Piştî hadîsê, hikûmet derhal hisabê li êrîşê Qeymeqam bûbû pirsî, lê ji qetlîamê virde ev serê 90 rojî ye ku ji guhertina cîhê albayek pêvetir tu tiştekî xuyanî ne kiriye. Heta ku ji siyasî û eskeriyê kesên emrê vê qetlîamê dane neyên ceza kirin, ji bo meğdûrên Roboskî ‘edalet neyê cîh, emê li vir bin û xebata xwe bikin.” (Ferman Çiyayî- Bangaheq)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.