“Ev tiştê ku wan kiriye kafir li kafiran nake”
DİYARBEKİR - Ayniya Kayaya ku li navçeya Baglara Diyarbekirê xurdeyan berhev dike û hewl dide ku debara xwe bike a niha li benda alîkariya kesên xêrxwaz e.
Kaya ji ber ku di salên 90î de gundê wan a li Qulpê hatibû şewitandin mecbûr mabû ku koçî Diyarbekirê bike di wê qedexeya derketina derve ya ku di navbera dîrokên 15 û 21 Adarê de hatibû îlankirin de jî mecbûr ma ku ji bona demekê mala xwe cardin terk bike.Kaya diyar kir di dema qedexê de kesên PKKyî têketina mala wê û zirar dane mala wê.Kaya mexdûrîyeta xwe ji ÎLKHAyê re anî ziman.
“Ev tiştê ku wan kiriye kafir li kafiran nake”
Dapîra Kaya di derbarê mijarê de diyar kir dema ku li navçê pevçûn dest pê kirin ew hewl dida ku xurdeyan berhev bike û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema pevçûn dest pê kirin min bi zora belayê xwe gihande malê.Seat dihate 01.00ê ku hinek kesên çekdar hatin devê deriyê min û ji min xwestin ku ez ji malê derkevim. Ez jî tirsiyam û min mala xwe terikand.Pişt re ez bi pêyatî çûme mala qîza xwe.Ez nêzî hefteyekê li mala qîza xwe mam û dûvre vegeriyam mala xwe.Dema ku ez hatim malê çi werim.Min dît ku temamê mala min ser û bin kirine, ne derî ne şibaka ne jî têkber mabûn.Min merşên xwe tev avêtin.Tu kes tiştekî bi vî awayî bi serê tu kesî de nayîne.Ev tiştê ku wan kiriye kafir li kafiran nake.Em gelekî mexdûr bûn, em nizanin çi bikin û bi kû ve biçin.”
“Neviyê min hêj diqerîne û dibêje ew ê bombe biteqe”
Kaya di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji ber pevçûnên ku pêk hatine psîkolojiya neviyên wê xera bûne û wiha li axavtina xwe zêde kir: “Neviyê min hêj diqerîne û dibêje ew ê bombe biteqe.”
“Li gund rewşa me baştir bû, em bi şikleke rihettir dikaribûn debara xwe bikin”
Kaya di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew ji ber ku di salên 90î de gundê wan a li Qulpê hatiye şewitandin mecbûr mabûn ku koçî Diyarbekirê bikin û dûvre wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li gund rewşa me baştir bû, em bi şikleke rihettir dikaribûn debara xwe bikin.Lê a niha li vê derê rewşa me xirab e, tiştekî me nemaye.Em hewl didin bi alîkariyên cîranên xwe bijîn.A niha ez xurdeyan berhev dikim û hewl didim da ku debara xwe bikim.Ev mala ku ez tê de me bi kirê ye.Mal jî ne tu mal e.”
Kaya herî dawî ji lawên xwe yên ku lê xwedî dernakevin re jî wiha bertek nîşan da: “Hûn halê min dibînin.5 lawê min hene û yek ji wan jî li min xwedî dernakeve.Ji şeveqê heta êvarî li kolan û sikanan digerin.Qet dêya xwe nafikirin, ji min re alîkarî jî nakin.Xweda Teala heqê min ji wan re nehîle.Em digel van pevçûnan jî mexdûr bûn.Ez a niha ji kesên xêrxwaz û rayedar alîkariyê hêvî dikim.”(ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.