Ew ê ji Fîlîstînîyan re cezaya îdamê karibe bê dayîn

Ew ê ji Fîlîstînîyan re cezaya îdamê karibe bê dayîn

Qanûna “ji bo Fîlîstînîyan dîsa anîna cezaya îdamê” ya ku berî niha hikûmeta koalîsyonê ya ku ji 6 partîyan pêk tê li ser lihevkiribûn dê sibe di parlementoya sîyonîst de bê gotûbêjkirin û deng bê dayîn.

Hikûmeta kolîsyonên a ku ji 6 partîyên siyonîstên îşxalker pêk tê berî niha li ser qanûna “ji bo Fîlîstînîyan dîsa anîna cezaya îdamê” li hev kiriîbûn ku ew ê sibe bo vê yekê di parlementoya sîyonîstan de ji teref siyonîstên îşxalker û çeteyên siyonîst ve deng bê dayîn.

Derbarê mijarê de ji teref Avîgdor Lîbermanê Wezîrê Parastinê yê siyonîstên îşxalker e ve daxuyanîyek hat dayîn. Lîbermanê siyonîst û îşxalker diyar kir  pêşnûmaya “ji nû ve  dayîna cezaya îdamê ji Fîlîstînîyan re” dê roja çarşemê bê gotûbêjkirin û bo vê yekê deng bê dayîn.

Lîbermanê siyonîst di berdewama daxuyanîya xwe de derbarê mijarê de wisa got: “Mewzuad hêsan û eşkere ye. Ew ê ji terorîstan re cezaya mirinê bê dayîn. Mîna vê qanûnê qanûnek di qanûnên Amerîka de jî heye.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.