“Ew ê Qudsher tim wek paytexta Fîlîstînê bimîne”

“Ew ê Qudsher tim wek paytexta Fîlîstînê bimîne”

Serokê Buroya Sîyasî yê Hamasê Îsmaîl Henîyye piştî ku Quds ji teref Amerîka ve wek paytexta îşxalkeran hat îlankirin re daxuyanî da û diyar kir “Ew ê Qudsher tim wek paytexta Fîlîstînê bimîne.”

Henîyye di berdewama axavtina xwe de diyar kir ji teref Amerîka ve wek paytexta sîyonîstan  naskirina Qudsê dîrok û erdnigarîya Qudsê naguherîne  û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “ Quds dê her tim wek paytexta Fîlîstîna Îslamî û Ereb bimîne. Eşkere ye ku ev teşebûsa Amerîka berî niha hatiye hisabkirin. Encax ew ê tu carî Quds nebe peytexta sîyonîstan. Amerîka bi vê qerarê helwesta xwe ji xelkê Fîlîstîn, temamê ummetê û ji civaka dinyaya azad re nîşan daye.”

Henîyye di berdewama axavtina xwe de diyar kir ew û Serokê El Fetîhê Mahmut Abbas hevdîtin kirin e û ew di warê redkirina temamê qerarên li derveyî îradeya xelkê Fîlîstînê li hev kirine û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: “Hêza xelkê me heye ku li pey hev întîfadayan tertîp bike.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.