Êzidî xwe dispêrin Tirkiyeyê

Êzidî xwe dispêrin Tirkiyeyê

Ji vê derê jî derbasî bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dibin.

Êzdiyên ku ji ber êrîşên DAIŞê ji Şingalê direvin, ji Deriyê Sînor ê Xabûrê  re derbas bûn. Ji vê derê jî derbasî bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dibin.

Êzdiyên ku bi derfetên xwe ji navçeya Şingalê û gund û bajarokên wê revîn, hatin Silopiyê. Ji bo ku biçin cem mirovên xwe bi otobusan diçin Stenbol, Aksaray û Ispartayê.

Êzidiyên bi peyamnerê ajansa DHAyê re axivîn dan zanîn ku çekdarên DAIŞê xanî û gundê wan hilweşandin. Ji ber van êrîşan ew mecbûr man cih û warên xwe biterikînin.

Heyder Omerê ku ji ber êrîşên DAIŞê revî, diyar kir piştî ku çekdarên DAIŞê hatin gundê wan, ew neçar man cih û warê xwe biterikînin.
Omer destnîşan kir ku endamên DAIŞê li Til Ezir û derûdora wê qetlîam kirin û keç û jin birin bajarê Mûsilê û got:

"Serê mêran jê kirin û jin jî revandin. Tu çekên me tunebûn ku em li dijî wan şerî bikin. Eger ku çekên me hebûna em dê li wir bimana û me dê li ber xwe bida. Lê belê piştî ku wan gundên me vegirtin em neçar man ku cihê xwe biterikînin û a niha jî em hatin Tirkiyeyê û ji vir jî em dê biçin cem xizmên xwe."

Nîdal Xalid jî diyar kir piştî ku DAIŞê gundê wan vegirt, her tişt rûxandin. Xalid, da zanîn ku ew bê parastin û sitargeh man û tu kesî jî alîkariya wan nekir.

Nûnerê şirketa otobusê ya li Silopiyê Idris Akyel diyar kir ku di van rojên dawî de ji ber şerê li Iraqê gelek kes derbasî Tirkiyeyê dibin. 

Herwiha da zanîn ku heta niha bi qasî 3-4 hezar kes hatine.

Rûdaw

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.