Fakibaba: Em ê a niha enerjîyê bidin Mêrdînê

Fakibaba: Em ê a niha enerjîyê bidin Mêrdînê

Wezîr Fakibaba piştî civîna ku bi cotkaran re kir re daxuyanîya çapemenîyê da û destnîşan kir “Em ê a niha telefon bikin û enerjîyê bidin Mêrdînê.”

Dîcle DEDAŞ berî vê du heftîyan li çoltera Mêrdînê ceyrana kesên ku deynê wan hebin û tunebûn tevekan qut kiribû ku ji ber vê yekê ji rewşê gelek bertekên tund hatibûn nîşandan.

Wezîrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Ehmed Eşref Fakibaba ji bo çareserîya mesele ji teref Serokwezîr Bînalî Yildirim ve hat wezîfedarkirin. Fakibabayê ku bo çereserîya mesele hatibû wezîfedarkirin hat Mêrdînê û  bo çareserîya problemê bi cotkaran re hevdîtinek kir.

Fakibaba piştî civîna ku bi cotkaran re kir re daxuyanî da û diyar kir: “Heqîqeten problemek hebû. Mafên heqdar ên welatîyan hebûn û digotin  ‘enerjî tüne ye.’  Hema bi lez me bi her du terefan re jî xeber da û em ê a niha telefon bikin û enerjîyê bidin Mêrdînê.”(ÎLKHA)








 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.