Faşîstan êrîşî konferansa Göktaş Xoce kirin
Li Zanîzgeha Ataturkê ya Erzeromê faşîstan êrîş birin li ser konferansa ku Nivîskar Mehmet Goktaş beşdarî bû.
Li Zanîngeha Ataturk ji teref Kluba Hür Nîda Gençlîkê ve hat xwestin konferanseke bi navê “Modernîzm û Îslam” bê tertîpkirin. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin komeke ku ji kesên faşîst pêk dihat êrîş birin li ser konferansa ku Mehmet Göktaş Xoca beşdarî bû kirin. Dema ku Birêveberê Weşana Giştî yê Rojanmeya Dogru Haberê di konferansê de axavtin dikir koma ku ji faşîstan pêk dihat êrîş birin li ser konferansê û xwendekarên ku pîrek jî di nav de bûn derb kirin.
Mehmet Göktaş derbarê mijarê de ji ÎLKHAyê re axivî û diyar kir polêsên ku li cihên bûyerê bûn bes êrîşê temaşe kirin û midaxele nekirin.
Göktaş di daxuyanîya ku da ÎLKHAyê de diyar kir dema ku ew axavtin dikir “komek nijadperestên Tirk” di ser warê konferansê de girêtin û dû re tiştên ku li wê derê qewimîne wisa anî ziman: “
“Dema ku min axavtina xwe dikir, hema ji nişka ve nîjadperstên Tirk di ser salonê de girtin, êrîşî kesên ku konferansê organîze dikirin û pêşkêşvan kirin. Polês ji serî ve li wê derê hebû. Polês hebûn encax mudaxeleyî êrîşan nekirin. Pîrekên ku beşdarî konferansê bûbûn rabûn ser piyan û li ber xwe dan.Konferans nehat betalkirin. Hemd ji Xwedê re me konferansa xwe tertîp kir. Piştî konferansê kesên li derdora mektebê vê yekê hezim nekirin û êrîş berdewam kirin. Hinek birayên me ha tin derbkirin. Li ber çavên min qurman li wan dan.”
Göktaş di dawîya axavtina xwe de diyar li bajêr hêj rageşî berdewam dike û ew xortên dîndar ên ku êrîş li wan hatiye kirin ewlehîya wan tuneye û divê kesên sîyasî jî mudaxilî bûyerê bibin.
ÎLKHA
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.