Fealîyeta Şiûra Nimêjê
Komela Kardeş-Dera Erğanî, di çalakiya Şiûra Nimêjê da xelat dan 26 zarokên ku li camiyê dest bi nimêjê kirin.
Komela Kardeş-Dera ku li Erğaniya navçeya Diyarbekirê fealiyetan dike, fealiyeta xwe ya şiûra nimêjê, pey perwerdeya 4 rojan li camiyê bi nimêja ewil bi dawî kir.
26 zarokên ku umrê wan di navbera 4 û 8 salan de bûn û 12ê wan qîz bûn tevlî fealiyetê bûn.
Ji rayedarên komelê Lutfî Bîçer, di heqê çalakiyê de xeber da û îfade kir ku ji bo ku zarok bi terbiyeke Îslamî rabin, divê herkes mesûliyetê hilde ser milê xwe.
26 zarok li camiyê piştî nimêja ewil bi cûrbecûr diyariyan hatin xelatkirin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.