Filistînî Tên Binçavkirin

Filistînî Tên Binçavkirin

Hat îfadekırın ku îsraîla çeteya terorê, dı heftekê de lı şerîaya rojavayê û lı qudsa rojhılatê 239 fılıstînî bınçav kırıne.

Artêşa Îsraîla zalim li Şerîaya Rojavayê û li Qudsa Rojhilatê di heftekê de 239 Filistînî binçav kirin.


Di beyanata nivîskî ya Cemiyeta Hesîrên Filistînê de hat îfadekirin ku ordiya Îsraîla siyonîst, di nava heftekê de li Qudsê 132, li Ramallah û Berîtê 32, li El Xelîlê 25, li Beytullahîmê 16, li Nablûsê 10, li Cenînê 9, li Selfîtê 5, li Tulkeremê 4, li Tûbasê 3 û li Erîhaye jî 3 Filistînî binçav kirine.


Li gorî malpera înternetê ya polîsên Îsraîla îşgalker, heta niha li Qudsa Rojhilatê 190ê wan kesên di bin 18 salî re, 601 kes hatine binçavkirin.


Her wiha hat beyankirin ku Îsraîla terorîst, li Şerîaya Rojavayê û li Qudsa Rojhilatê 72 Filistînî binçav kirine.


Li aliyê din li Şerîaya Rojavayê û Qudsa Rojhilatê protestoyên li dijî Îsraîla siyonîst didomin.


Hat beyankirin ku hêzên Îsraîla îşgalker, midaxela protestoyan kirine, li vê herêmê girtiye ser gelek avahî û kargehên filistînîyan û di operasyonan de heta niha 34 kes qetil kirine.

Çınarın Sesi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.