Gavên ku îsraîl davêje em qebûl nakin

Gavên ku îsraîl davêje em qebûl nakin

Piştî Serokê Emerîkaya emperyalîst Doland Trûmp di 6ê Kanûnê de qaşo Quds wek paytextê sîyonîstan nas kir re, çeteyên siyonîst ji bo îşxala xwe zexm bike gavek din ya nû avêtin.

Çeteyên siyonîst ji bo temamê Qudsa Rojhelat têxin bin qontrola xwe û ji bo xwe kişandina ji Qudsa Rojhelat zehmet bike qanûneke ku lazime ji sisêya didowê parlamentoyê qebûl bike anî meclîsa siyonîstan û qebul kirin. Li ser qebûlkirina vê biryarê Wezarata Karûbarên Derve bertek nîşanî çeteyên siyonîst da.

Piştî Serokê Emerîkaya emperyalîst Doland Trûmp di 6ê Kanûnê de qaşo Quds wek paytextê sîyonîstan nas kir re, çeteyên siyonîst ji bo îşxala xwe zexm bike gavek din ya nû avêtin.

Di biryara ku li parlamentoya çeteyên siyonîst hat dengdayîn de li hember 52 dengên red bi qebûlkirina 64 dengî biryar hat qebûlkirin û bû qanûn. Ji vir û pê de dema bê xwestin Qudsa Rojhelat bê dayinî ‘hêlek sisêyan’ lazim e ji parlementoya 120 endamê wê heye herî hindik 80 endam dengê erênî bide. Encex bi vî awayî Qudsa Rojhelat mimkun dibe ku bê dayin hêlek din.

Berya ev yasa bê qebûlkirin ne mimkun bû ku sînorên şaredariya Qudsê ber bi Şerîaya Rojava ve bê firehkirin û bê guherandin. Bi guherandina vê qanûnê ji niha û pê de çeteyên siyonîst dikarin sînorê Qudsê li gor xwe biguherîne. Êdî siyonîstên îşxalker wê karibin Fîlîstîniyan hepsê deverekê bikin.

Li gor beyanata ku ji teref Wezarata Karûbarên Derve ve bi niviskî hat weşandin de hat îfadekirin ku ev gavên hatine avêtin ne meşrû ne û li dijî biryara Teşkîlata Hevkariya Îslamê ya di 13ê Kanûna 2017an de ya ku îsnadî biryarên Neteweyê Yekbûyî ya 10/19an hatiye îsnadkirin.

Di beyanatê de cîh hat dayin van gotinan:

“Ev gavên tên avêtin gavên li dijî aştiyeke mihtemel e. Lewra vê qirarê devjêberdana ji hêlek Qudsê girêdaye bi destûrdayina 80 parlamenterî. Li hêla din bi vê biryarê hinek taxên Filistîn wê bên cudakirin, ev bi destê parlamentoya îsraîl hatiye kirin û evê xisarê bide aştî û îstîqrarê. Ev biryar ne meşrû û li dijî biryar Teşkîlata Hevkariya Îslamê ya di 13ê Kanûna 2017an de ya ku îsnadî biryarên Neteweyê Yekbîyî ya 10/19an hatiye kirine. Guherandina statuya Qudsê bi tu awayî wê neyê qebulkirin û ev qirar li dijî biryarên navneteweyî ne. Em van biryarên îsraîl bi talûke dibînin û qebûl nakin.”

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.