Gazî Li Mezinên Kurdan
Xeberên herêma Kurdistanê dibêjin ku Sekreterê giştî yê Yekîtiya ‘Alimên Musluman ya Navdewletî gazî li lîderên Kurdan kir ku nêzî Îxwanûl Muslîmîn bin.
Sekreterê giştî yê Yekîtiya ‘Alimên Musluman ya Navdewletî ‘Elî Qeredaxî, gazî li mezinên Kurdan kir û ji wan xwest ku nêzî Îxwanûl Muslîmîn bin.
‘Elî Qeredaxî bi rojnameya Rudawê re peyivî û weha got “Niha tam wext e ku di navbera Serokatiya Kurdan û Îxwanûl Muslîmîn de nêzîkayî û diyalog pêk bê, nexasim piştî zafera li Tûnûs û Misr û Lîbyayê, ev gelek hewce buye.”
Wekî tê zanîn, rol û sermiyantiya ‘alimên Îslamê, li herêmê û xûsesen li ser xelqê xurt û bi tesîr e.
Li aliyê din ji xeberan diyar dibe ku buroya Yekgirto, li Elmanya, Mamoste ‘Elî Bapîr ziyaret kir. ‘Elî Bapîr ji bo ziyaretek xûsûsî, çûbû Elmanyayê. Li wir li bajarê Mors di camiya Suneh de li ser wezîfa muslumana di heyatê de û li ser weziyeta herêma Kurdistanê û Iraqê sûhbet kir. Di vê heyamê de hinek endamên buroya Yekgirto ya li Elmanya, Mamoste ‘Elî Bapîr ziyaret kirin. (Ferman Çiyayî- Bangaheq)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.