Gelê Kaynartepeyê di bin zexta PKKê de ye

Gelê Kaynartepeyê di bin zexta PKKê de ye

DİYARBEKİR - PKK, gelê Taxa Kaynartepeya ku girêdayê navçeya Baglara Diyarbekirê ye û çendek berê li wir şerdestpê kiribû û di demekî kurt de dawî li vî şerê hatibû tehdît dike.

Wekê ku tê zanîn piştî ku PKK li Taxa Kaynartepeyê berîqat saz kiribû û çal vedabû şer dest pê kiribû. Hat ragihandin ku PKK dûbare gel tehdîtkiriye ku ew malên xwe vala bikin.

Li taxa ku bi sedan malbat ji wir koç kirine şer û pevçûnan gelek mexdûriyet anî holê. Ev mexdûriyet hêj jî didome û gelke avahyên li navçeyê vala ne.

PKK tim û tim ji gelê taxê re diyar dike ku dê şer ûdbare dest pê bike û li honek deran jî nahêle ku malbat ji wir derkevin. PKKyî bi taybet dixwazin ku avahiyên di jêrzemînê de werin valakirin ku ew avahî wek kalkan werin bikaranîn.

Tê ragihandin PKKyiyên ku geh geh di kûçe û kolanan de bi çekan digerin din av avahiyên vala de bombe amade dikin. Çend roj berê di avahiyekî vala de dema ku teqemenî dihat amadekirin ev teqemenî teqiyabû û kesek birîndar bûbû.

Wekê ku tê bibîranîn li Taxa Kaynartepeyê di şeva 14ê Adarê de ji teref PKKyiyan ve berîqet hatibûn sazkirin û çal hatibûn vedan. Piştî vê yekê şer destpê kiribû û çendîn hezar kes mecbûr mabûn mal û warên xwe terk kiribûn.

Her wiha tê dîtin ku piştî şerê taxê afîş û broşûrên wek ‘Kirêkirî’ û ‘Firoşî’ li ser pencereyên gelek avahiyan hatiye daliqandin. (ÎLKHA)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.