Gelê Rihayê ji mîsyoneran re bertek nîşan da

Gelê Rihayê ji mîsyoneran re bertek nîşan da

Ji ber ku li Riha û navçeyên wê de mîsyonerên ku kom bi kom dizivirin û her wiha karûbarên xwe yên mîsyonertiyê pêk tînin gelê Rihayê ji wan re bertek nîşan da.

Fealiyetên mîsyonertiyê yên ku di van demên dawî de zêde bûne di rojevê de ciyê xwe diparêze. Bi taybet mîsyonerên Çînî û Koreya Başûrê Rihayê ji xwe re xistine mesken û încîl û broşûrên cem xwe li gel belav dikin û propexendeya Xirîstyantiyê dikin.

 Tê dîtin ku li Amed, Mêrdîn, Entab û Rihayê û di nav navçeyên van bajaran de mîsyoner li vir încîl belav dikin û propexendeya Xirîstiyantiyê dikin. Ev yek jî pirsa ‘Gelo ev herêm bi taybet ji bo vê yekê hatiye neqandin?’ tîne hişê merov. Piştî dîmenên ku ket nav çapemeniyê xelkê Rihayê ji vê yekê re bertek nîşan da û diyar kir ku ev gel misliman e û dê destûr nedin ku mîsyoner di nav bajarê wê de vê karê mîsyonertiyê pêk bînin.

“Ji mislimanan re dibêjin bibin Xrîstiyan”

Mehmet Eskîler diyar kir ku 4 kesîn Çînî ji otogarê hilaniyê. Ev 4 Çînî di dema rêwîtiyê de jê re qala Xirîstiyantiyê kirine. Eskîler dûvre axavtina xwe wiha domand: “Li min û li rêwîyan hinek metnên ji încîlê yên ku Çînî û Tirkî hatine nivîsandin belav kirin. Ev diçûn Entabê. Doh jî komekê ku ji 5 kesan pêk dihat hatibûn. Wan jî qala HZ Îsa kirin. Çîniyên ku broşûr belav dikirin digotîn di şûna Îslamiyetê de Xirîstyantiyê qebûl bikin. Me jî diyar kir ku em misliman in. Pêxemberê me jî HZ Muhammed (rxl) e. Heta hinek hevalên me bertek nîşan dan. Min wan ji destê hevalên xwe bi zehmet xelas kir. Dûvre min wan şand Entabê.”

 “Fitne  derdixin”

Eskîler diyar kir divê ku rêvebir ji bo vê yekê bertek nîşan bidin. Dûvre Eskîler axavtina xwe wiha domand: “Min ji rêwiyan re got guh nedin tiştên wiha. Pêwîst e ku em ji bo tiştên wiha bertek nîşan bidin. Ev tiştekê bi xeter e. Hewl didin ku Tirkîyê parçe  bikin.”

“Dibêjin em lawê HZ Îsa ne û em ji HZ Îsa hatine”

Hayatî Yildizê ku tacirên esnafê ye diyar kir hewl didin ku aramiyê ji holê rakin. Dûvre Yildiz axavtina xwe wiha domand: “Ev kesên ku ji Çînê tên qala HZ Îsa dikin. Pirtûk belav dikin û hewl didin ku hinek tiştan bidin xwendin. Jina ku hindik Tirkî dizaniya gel kom kiribû û ji van re qala HZ Îsa dikir. Di destê wê de încîlên ku rengê wan şîn û sor bûn hebûn.”

 “Ji ber axavtina wî em pir heyîrîn”

Yildiz destnîşan kir mîsyonertiya ku di bajarê Pêxember de tê kirin pir bal kêş e. Yıldız wiha axavtina domand: “Em dixwezin ku rêvebir vê yekê bibînin û vê yekê çareser bikin. Ez bi xwe pir heyirîm. Ji ber ku ez di bajarê pêxember de me ez pir şadim. Lê ez van kesên ku tên mîsyonertiyê dikin wek kesên fesad dibinim.”

Ji Rihayiyan Îbrahîm yildiz jî wiha axivî: “Ev kesên ku em dibêjîn jî Çînê hatine hewl didin ku încîlê bi me bidin nasîn. Ji ber ku mîsyoner jin bû gel çûn ba wê. Ji ber tiştên ku qise dikirin me bertek nîşan da. Lewra ev bi dînê gel dikenin û hewl didin ku dînê gel biguherînin.” (ÎLKHA)

 

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.