Gelo Ban Berdevkê Siyonîstan e?

Gelo Ban Berdevkê Siyonîstan e?

Raportorê wehşetan sekreterê neteweyên yekbûyî ban kî mûn, weka berdevkê sıyonîstan xeber da û jı îxlalkırına agırbestê hamas sûcdar kır û xwest ku eskerê îsraîla îşgalker ê rehîn hatıye gırtın, acîl û bêşert bê berdan.

Neteweyên Yekbûyî yanî dewletên bêkêrbûyî, li ber jenosîda ku Îsraîl li ser Ğezzeyê rast dike, tu gavên ku wê siyonîstan bisekinîne navêje, digel vêya bi beyanên xwe eşkere dike ku bi Îsraîla xusran re ye. Neteweyên Bêkêrbûyî ji xerakirina agirbestê Hamasê sûcdar kir.
Ban Kî Mûnê ku weka hefsarê Emrîkayê di stûyê wî de be û berdevkiya Îsraîla rejîma terorê bike, ji xerakirina agirbesta ji bo 72 saetan, Hamasê sûcdar kir û ji bo eskerê Îsraîlê yê revandî jî xwest ku acîl û bêşert bê berdan. Ban got ku du eskerên siyonîst hatine kuştin, yek jî hatiye revandin, ev jî îxlalkirina agirbestê ye. Ban aliyan gazî vegera bal agirbestê kir.
Wezîrê Emrîkaya zelîl John Kerry jî eynî beyan kir û êrîşa kuştina du eskerên siyonîst û revandina yekî şedîd şermezar kir.
Berdevkê Hamasê Samî Ebû Zuhrî îfade kir ku rejîma terorê, bi îddîayên di heqê revandina esker de qamûyê dixapîne. Ebû Zuhrî wiha got: “Îddîaya revandina esker, ji bo xapandina qamûyê, îxlalkirina agirbesta însanî û nexasim ji bo veşartina qetlîama bêrehm ya li ser Refahê hatiye avêtin.”
Îzzeddîn Qessam jî di heqê eskerê revandî de wiha got: “Tu eleqa me ya bi revandina eskerê Îsraîlê re tune ye. Em ne dizanin ku hatiye revandin an na, ne jî dizanin ciyê wî li kû ye. Hêzên dijmin ji bo îxlalkirina agirbesta însanî îddîa kir ku esker hatiye revandin. Bi hinceta lêgerîna esker, agirbest îxlal kir.”

Çınarın Sesi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.