Gelo qerara êrîşê ku li Çiyager hat kirin ji teref Komeleya Hemwelatiyên Azad ve hat dayîn
Di çarçoveya lêpirsîna ku di derbarê êrîşa Hunermendê Kurd Çiyager hatibû kirin destpêkiribû de kesên ku di nava wan de rêvebirê Komeleya Hemwelatiyên Azad jî hebû hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku di derbarê êrîşa Hunermendê Kurd Çiyager hatibû kirin destpêkiribû de kesên ku di nava wan de rêvebirê Komeleya Hemwelatiyên Azad jî hebû hatin binçavkirin.
Her weke ku tê zanîn Çiyager bi daxuyaniyên balkêş ên ku di derbarê PKK/HDP/KJAyê de dabû hatibû rojevê ku piştî êrîşê ji teref Çiyager ve hatibû diyarkirin kesên ku êrîşî wî kirine PKKyî ne.
Çiyager (Mehmet Karakuş) di 29ê Çileya 2016an de dema ku ji mala xwe derdiket rasta êrîşa kesên nasnameyên wan nediyar hatibû û di êrîşê de giran birîndar bû.Di lêpirsîna ku di derbarê vê êrîşê hat kirin de kesên bi navê M.A. û S.A. bi operasyonekî hatin girtin.
Hat hînbûn di nava wan kesên ku hatine binçavkirin de rêvebirê Komeleya Hemwelatiyên Azad a Batmanê S.A. jî heye.
Her weke ke tê zanîn di îddîanameya ku di derbarê Serokê Yenî Îhya-Dera Diyarbekirê Aytaç Baranê ku hatibû qetilkirin de hatibû diyarkirin berî suîqestê li navçeya Yenîşehîrê li Komeleya Hemwelatiyên Azad a Benusenê civînek hatibû lidarxistin û hatibû diyarkirin ku Aytaç Baran bi vê qerara ku di vê civînê de hatibû standin hatiye qetilkirin.
“Kesên ku hatine girtin nîşan didin ku tiştên ku min gotine rast in”
Çiayag
erê ku di derbarê mijarê de ji Ajansa Nûçeyan a Îlkê re axivî wiha got: “ Kesên ku êrîşî min kirin exlebê partizan bûn.Komeleya Hemwelatiyên Azad; kesên KJA, HDP û kesên PKKyî ne.Di nava van de pîreka min jî heye. Ev digel malbatên xwe endamên rêxistinê ne. Kesên ku hatine girtin nîşan didin ku tiştên ku min gotine rast in.” (ÎLKHA)
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.