Germahî Zêde Dibe

Germahî Zêde Dibe

Li Herêma Başûr Germahî, Qasî 4-8 Derence Bi Ser Normaliya Xwe Dikeve

Ji miduriya meteorolojiyê ya herêmê hat îfade kirin ku wê li herêma başûr, li bajarê Diyarbekir û der û dora wî, germahî zêde bibe. Wê qasî 4-8 derence bi ser normaliya xwe bikeve. Wê germahî heta duşembê dewam bike.

Her wiha li Rihayê, Mêrdîn, Sêrtê, Batman û Şirnexê de jî germahî zêde dibe. Li gelek deveran, dibe ku germahî bi ser 42 derencê bikeve.

Ji ber vê yekê pispor ji welatiyan dixwazin ku di nava rojê de, ne mecbûrî be, dernekevin ber rojê. Xwarinê giran û zêde bi rûn nexun. Nexasim ji bo gedên biçûk, divê dêw bav baldar bin. (Ferman Çiyayî/Bangaheq)

 

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.