Ğerqbûna Li Maltayê
Sefaretxana Filistînê ya li Atînayê, beyan kir ku qeyîka multecîyên Filistînê ya li nêzî Maltayê, qestî hatîye ğerqkirin.
Çarşema borî li nêzî Maltayê, qeyika ku zêdetirî 450 multecî tê de bûn ğerq bûbû. Di hedîseyê de 3 kes tenê filitîbûn, kesên din wenda ne û pirê multeciyan filistînî ne. Di heqê hedîseyê de agahîyên nû derketin holê.
Sefaretxaneya Filistînê ya li Atînaya paytexta Yewnanistanê beyan kir ku qeyîk qestî hatiye ğerqkirin. Sefaretxaneyê îfade kir ku pirê multeciyan filistînî ne û bi sedema nelihevkirina di navbera çete û multeciyan de qeyîk qestî hatiye ğerqkirin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.