Ğezze Birînên Xwe Dicebirîne

Ğezze Birînên Xwe Dicebirîne

Pıştî êrîşên îsraîla sıyonîst, hevdîtınên jı bo agırbest û îmara Ğezzeyê dewam dıkın. Îsmaîl Henıyye got ku dıvê agırbest bê şopandın.

Alîkarê serokê polîtburoya Hamasê Îsmaîl Heniyye, di mijara ku Îsraîla siyonîst li ser agirbestê bisekine de gazî Misrê kir.

Li gorî beyana nivîskî ya ku ji buroya medyayê ya Hamasê hat kirin, Henîyye bi telefonê li îstîxbarata Misrê geriyaye û îfade kiriye ku ji bona Îsraîl li agirbestê sadiq bimîne, divê teqîb bê kirin.

Li aliyê din li Ğezzeyê xebatên plana avakirina Ğezzeya ku marûzî êrîşên rejîma terorê bûye didomin. Serokwezîrê hikûmeta lihevkirinê ya Filistînê Ramî el Hamdellah da zanîn ku li Ğezzeyê pêşdatirê wan plana avakirinê ye. Hamdellah di beyana nivîskî de wiha got:

“Em ê ji bo kesên ku malên wan zirar dîtine, bi lez dest bi xebatên te’mîrê bikin. Em ê ji bo kesên ku malê wan yekser xera bûne jî, mal kirê bikin. Li Ğezzeyê pêşdatireke me ya din jî te’mîrkirina şebekeyên ceyranê û xurtirkirina hêza elektrîkê ye. Em ê ji bo bîrên li herêmê, şebekeyên avê yên texrîb bûne, xebatên islahkirinê bikin û pombeyên avê peyde bikin.”

Her wiha da zanîn ku ew ê merkezên sihhetê yên zirar dîtine bên te’mîrkirin û ew ê ji bo nexweşxaneyan jî acîl malzemeyên hewce peyde bikin. Ji bo ku gavek berî gavekê sala perwerde û hîndekariyê dest pê bike, ew ê dest bi temîrkirina mekteban bikin.

Mehela Şûcaîyeya ku di dema êrîşên Îsraîla çeteya îşgalker ên li ser Ğezzeyê de, herî zêde kuştina sivîlan lê qewimîbû, pey agirbestê hat dîtin ku bûye xopan. Nişteciyên mehelê beyan dikin ku şertên heyatê bi qasî 100 sal berê ve bi paş de çûne. Li mehelê ava paqij û ceyran jî tune ne. Ava kanalîzasyonê di nav malan de heta ber konan jî diherike. Dibe ku her an nexweşîyên şewbî derên.

Li aliyê din Wezareta Karên Hundir ya li Ğezzeyê beyan kir ku 494 kesên Misrî û ecnebî di deriyê Refahê re derbasî Misrê bûne. Hat gotin ku ji bo derbasbûna 43 kesan, bê diyarkirina sebebê destûr nehatiye dayîn û tirên ku alîkariya îlac û ğidayê dikişandin jî derbasî Ğezzeyê bûne.

Çınarın Sesi

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.