Ğezze Di Binê Bombardimanê De Ye
îsraîla rejîma terorê, bı teyarên herbê bombebarandına lı ser ğezzeyê dıdomîne. teyarên îsraîla xusran lı bakurê ğezzeyê êrîş bır ser malekê, dı êrîşê de dayıkek bı tevlî 4 zarokên xwe hat qetılkırın. jı do û vır ve dı êrîşan de 6ê wan zarok 25 fîlîstînî
Îsraîla rejîma terorê, bi teyarên herbê bombebarandina li ser Ğezzeyê bi zêdeyî didomîne. Ji 7ê Temmûzê û vir ve di êrîşên Îsraîla melûn de hejmara şehîdan gîha 2 hezar û 120î, hejmara birîndaran jî bi ser 10 hezar û 650 ketîye.
Li gorî agahîyên şahidan, teyarên herbê yên Îsraîla rejîma terorê, ji hewayê ve li 40 deverî êrîşên bombeyî rast kirine û di êrîşan de 11 xanî û camîyek xerabûne. Li bîna û kargehên derdorê jî xisarek mezin pêk hatiye.
Hat dîyarkirin ku Îsraîla rejîma terorê, bi botên hucûmê li peravê bi sîlehên giran êrîşî malan kirin û teyarên herbê jî li ser Ğezzeyê bi firînên nizm gerîyan.
Do di saetên êvarê de li Cebalîyeya bakurê Ğezzeyê, malek bû hedefa sîyonîstan. Berdevkê Wezareta Tendûristîyê Eşref El Qûdra da zanîn ku di malê de dayikek bi tevlî 4 zarokên xwe hatiye qetil kirin. Berî vê êrîşê jî, dîsa di êrîşên îsraîla xusran û melûn de, gedekî yek salî û ciwanekî 17 salî hatibûn qetilkirin.
Îsraîla rejîma terorê li ser Ğezzeya ku bi sala ne di binê dorpêçkirin û ambargoyê de ye, di 7ê Temmûzê de ji hewa û behrê ve, di 17ê Temmûzê de jî di bejahîyê ve êrîş dabûn destpêkirin.
Li aliyê din, li Misrê di muzakereyan de agirbesteke daîmî pêk nehat. Agirbest ji bo 5 rojan hatibû îlankirin û di 18 Tebaxê de ji bo ku 24 saetan bê dirêjkirin jî lihevkirin pêk hatibû. Lê Îsraîla xusran û melûn, bi bihana ku ji hêla Ğezzeyê roket hatine avêtin, wekî herdem dîsa agirbest xera kiribû û dest bi bombebarandin û qetlîaman kiribû.
Çınarın Sesi
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.