Ğezzeyê Dikin Xirbe û Xopan
îsraîla melûn êrîşên xwe yên ku mekteb, camî, avahıyên hıkûmetê û sazıyên sıvîl dıkın hedef zêde kırın. heta nıha 152 camî bûn hedef, jı wan 64 heb yekser hılweşıyan. dı êrîşên dawîn de, bîna meclîsa qanûndanînê jî hat bombekırın.
Îsraîla siyonîst bi ser Ğezzeyê de êrîşên ku sivîlan dike berfireh dike. Nexasim xanî û camî û saziyên sivîl dibin hedef. Herî zêde camî di êrîşan de dihelweşin.
Ji 7ê Temûzê û vir ve di operasyonan de, 152 camî bûne hedef, ji wan 64 heb yekser xera bûne.
Do bi şev teyarên ordiya Îsraîla melûn di nav wan de 2 camî jî êrîşî 35 hedefan kirin.
Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Eşref el Qûdra da zanîn ku êrîşên siyonîst ên li ser erdên çandiniyê, cîyên cîwarbûnê û camîyan zêde dibin. Di êrîşan de 11 mal û camiyek yekser xera bûn. Avahî û dikanên derûdor jî xisar dîtin.
Her wiha di êrîşên dawîn de, teyarên herbê êrîşî bînaya meclîsa qanûndanînê jî kir. Di êrîşê de tiştek bi tu kesî nehat. Teyarên herbê êrîşî mekteba Elî bîn Ebî Talîb ya li mehela Zeytûnê û mekteba Mûîn Besîsû ya li mehela Şûcaîyeyê kir û li merkezê jî avahîyeke 14 qatî bombe kir. Di herdu mekteban û bînaya ku 48 daîre tê de bûn de xisar pêk hat.
Eşref el-Qûdra îfade kir ku di êrîşa li ser mehela Şûcaîyeyê de rojnamegerê 25 salî yê ku ji bo Tora Medyaya Eqsayê dixebitî can daye. Bi vî awayî hejmara rojnamevanên qetilkirî giha 14an.
Merkeza Heqên Însanan ya Ewrûpa-Behra Sipî da zanîn ji ber ku rejîma terorê komî ceza dike, sûcdar e. Merkezê bilançoya dehşet jî parve kir. Li gorî merkezê, hejmara şehîdan 535ê wan zarok, 298ê wan jin bi ser 2 hezar 200î ketiye. Ji 10 hezar û 628 birîndaran, 3 hezar û 214 kes zarok in, 2 hezar û 65 kes jî jin in. Ji sê pariyan yekê zarokên birîndar, wê bi seqetiyên daimî bimînin.
Çınarın Sesi
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.