Girtina li ser komeleyên îslamî bêhiqûqî ye-suret

Girtina li ser komeleyên îslamî bêhiqûqî ye-suret

Piştî êrîşa biçek a ku li Aytaç Baran hat kirin re bi hinceta tekili û îrtîbata van bûyerê polîsan li ser komeleyên îslamî yên ku Yasîn Boru û hevalên wî endamê wan bûn de girtin.

Ev li ser girtina ku li komeleyên îslamî hatin kirin bû sedemê bertek û reaksîyonan.

Ser de girtinên komeleyên îslamî bi banga sibe hat kirin. Polîsan di ser de girtinên komeleyên îslamî de derîyan şikandin û alavên komeleyan tahrîb kirin.

Komeleyên ku polîsan ser de girtin ev in: Navenda Giştî ya Cemîyeta Mustezefan, Yenî Îhya Der, Selam-Der, Îlîm-Der, Camî-Der, Yusufî-Der û Koy-Der.

Serokê Giştî ya Cemîyeta Mustezefan parêzer Abdulganî Orhan di derbarê van li ser de girtinan de bertek nîşan da û ragihand ku ev ser de girtinên ku hatine kirin bêhiqûqî ye.

Orhan, di derbarê bûyerê de bertek nîşan da û wiha got: “Êdî hiqûq di bin pêyan de ye. Derîyên komeleyan bêxeber şikandine û têketine hundir. Xeber nedane dergevan jî. Ev der komelyekî alîkarîyê ye. Polîs dixwazin çi bikin? Gelo her çi qas em dengê xwe dernexin ew ê li ser komelyên me de bigirin û ew ê însanê me aciz bikin?”  (ÎLKHA)















HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.