Girtiyên zindana Efrînê serî hildan

Girtiyên zindana Efrînê serî hildan

Hewlêr, 7 Adar (AKnews) – Li bajarê Efrînê ji vê sibê de, girtiyên zindana wî bajarî serî hildan, hêzên ewlehiyê jî agir berdan zindanê û heta niha alozî berdewam e.

Endamekî Hevrêza Ciwanên Efrînê ku nexwest navê xwe aşkere bike ji AKnewsê re ragihand, “Girtiyê zindana Efrînê vê sibê dirûşmên şoreşa Sûriyeyê hildan û dengê wan bajarê Efrînê tijî kir, lewma hêzên rejîmê êriş birin ser wan û dema wan nikarî wan bê deng bikin agir berdan zindanê.”

Çavkaniyê ronî kir ku hejmara girtiyan nêzîkî 200 girtî heye û ji ber dorpêçkirina zindanê ji aliyên hêzên ewlehiyê û şebîhe (alîgirên el-Esed ên çekdar) çi zanyarî ji hundir zindanê derneketin û diyar nebûye di encamê de hejmara qurbaniyan çend e.

Çavkaniya navhatî got ku hîn alozî berdewam e û heta niha nehatiye çareserkirin.

kurdên Sûriyê Ji aliyê cografîk ve, li 3 herêman belav in, Cizîr, Kobanê û Efrîn. Herêma Efrînê ku di nav kurdan bi Kurdaxê tê nasîn, beşekî cihê ye ji herêmên din, lê piraniya daniştiyên wê kurd in ji bilî hinek erebên ku ji aliyê rejîma Baasê ve li hinek gundên kurdan hatin bicihkirin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.