Greva Birçîbûnê Ya Mamosteyên Kurdî
Namzetên mamostetîya kurdî yên ku ji lîsansa bilind a bêtez a Beşa Kurdolojîyê ya Zanîngeha Artûklûya Mêrdînê mezûn bûne û dest bi greva birçîbûnê kirine, di kontrola tenduristîyê re derbas bûn.
Mamosteyên ku ji lîsansa bilind a bêtez a Beşa Kurdolojîyê ya Enstîtuya Zimanên Zindî ya Zanîngeha Artûklûya Mêrdînê mezûn bûne û li hêvîya tayînên mamostetîya kurdî ne û ji lew dest bi greva birçîbûnê kirine, di kontrola tenduristiyê re derbas bûn.
Namzetên mamostetîyakurdî, ev serê 17 rojan e ku li Parka Karayollariyê ya Mêrdînê greva birçîbûnê ya bi dorê dimeşînin. Îdarevanên Odeya Diktoran a Mêrdînê, namzetên mamostetîya kurdî ziyaret kirin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.