Gumanbarê ku li gundê Botika yê Çînarê bavê xwe kuştibû hat girtin

Gumanbarê ku li gundê Botika yê Çînarê bavê xwe kuştibû hat girtin

Gumanbarê bi navê N.D. ê ku li gundê Botika yê gundewarê navçeya me ya Çînarê bavê xwe kuştibû, hat girtin.

Gumanbarê bi navê M.D. ê ku li gundê Botika, a ku nêzî 18 kîlometreyan dûrî navenda navçeya Çînarê ye, piştî nîqaşekê bavê xwe kuştibû, ji aliyê wezîfedarên ewlehiyê ve hat girtin.

Duh êvarê di navbera Nesih Deniz û kurê wî M.D. de nîqaşek derketibû û piştî nîqaşê M.D. bi sîlehê êrîşê bavê xwe kiribû û ew kuştibû.

M.D. yê ku piştî bûyerê winda bûbû (reviyabû), di encama operasyona ku ji aliyê jendermeyan ve hat kirin de, li rezekî tirî yê nêzî gundê Botika hat girtin.

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.