Gumanbarê kuştina mamosteyê li Diyarbekirê li Almanyayê hate girtin
Gumanbarê kuştina mamoste Özgür Ekinci yê ku li navçeya Çêrmûga Diyarbekirê wezîfe dikir –yê ku di çarçoveya lêpirsîna derbarê kuştinê de lê dihate gerîn– li Almanyayê hate girtin û anîn Tirkiyeyê.
Di encama xebatên ku ji aliyê tîmên JASATê yên Midûriyeta Şaxa Asayîşê ya Fermandariya Cendermeyan a Bajêr a Diyarbekirê ve û di bin koordîneya Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê de hatin meşandin, şopa gumanbarê ku hatibû tespîtkirin piştî bûyerê reviyaye dervayî welat, li Almanyayê hate dîtin.
Di çarçoveya lêpirsînê de hate tespîtkirin ku kuştin ji ber meseleya deyn û deynstandinê derketiye û di 21ê Rêbendanê de ji bo gumanbar bultena sor hate derxistin. Tîmên JASATê, xebatên xwe bi şêwazekî koordîneyî ligel Serokatiya Daîreya Interpol/Europolê û yekeyên Interpolê yên Almanyayê berdewam kirin.
Di encama operasyona ku hatî kirin de, R.A. li bajarê Frankfurtê yê Almanyayê di hundirê xaniyê ku lê xwe vedişart de hate girtin. Gumanbarê ku hatibû tespîtkirin mamoste Özgür Ekinci bi çekê kuştiye, piştî temambûna karên wî yên fermî radestî (iade) Tirkiyeyê hate kirin.
Rayedaran ragihandin ku gumanbarê ku bi saya xebatên koordîneyî yên di asta neteweyî û navneteweyî de hatiye girtin, radestî meqamên dadweriyê hatiye kirin û pêvajoya darizandinê berdewam dike.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.