Hafrîyata malên ku li Sûrê xera bûne li kampusa zanîngehê tên rijandin

Hafrîyata malên ku li Sûrê xera bûne li kampusa zanîngehê tên rijandin

Hafrîyatên malên ku li Sûrê ji ber pevçûnan xera bûne ji teref wesayîtên DSÎyê ve li kampusa Zanîngeha Dîcleyê tên rijandin.

Her weke tê zanîn doh li navçeya Sûra Diyarbekirê operasyon bi dawî bûn lê hêj qedexe berdewam dike.Li navçeya ku hêj lê qedexe berdewam dike hafrîyata malên ku xera bûne bi zanebûna Walîtiya Diyarbekirê ji teref wesayîtên DSÎyê ve ji kampusa Zanîngeha Dîcleyê re tên kişandin û li wê derê tên rijandin. Hat dîtin qamyonên ku ji  navçê hafrîyatê dikşînin di vegerê de jî kumê dikşînin navçê.Hat hînbûn nobedariya qamyonên DSÎyê ji teref karkerên ÎŞKURê ve tê kirin.

Hat dîtin di nava hafrîyata ku tê kişandin de gelek alav û tekberên spî yên perçebûyî yên xelkê Sûrê hene ku ev tekber  dema pevçûnan de ketine vî halî.Li cihê ku hafrîyat tê rijandin hat dîtin ku polês nobetê digirin ku ev yek jî balan kişande li ser xwe.

Li gor agahiyên ku ji  Serokatiya Daîreya Kontrol û Parastina  Hawirdorê ya Şaredariya Mezin a Diyarbekirê hatine wergirtin  ji teref şaredarîyê ve ji ber ku hafrîyat hatiye rijandin  ji Walîtiya Diyarbekirê re 10 hezar û 600 TL ceza hatiye birîn.

Ji teref rayedarên  Serokatiya Daîreya Kontrol û Parastina  Hawirdorê ve hat ragihandin cezaya ku hatiye birîn nehatiye tetbîqkirin lewra  hat diyarkirin  Rektortiya Zanîngeha Dîcleyê muracatî Midûrtiya Derdor û Bajêrvaniyê kiriye  û teleb kiriye çalên ku li zanîngehê hene bên dagirtin ku ji vê yekê jî haya walîtîyê heye.

Rayaderên Şaredariya Mezin  yên ku me bi wan re  hevdîtin kir diyar kirin ku li bajêr ji bona rijandina hafrîyatê du herêm hene ku yek li Talaytepe û ya di jî li Dokuzçeltîkê ye ku ev herêm jî  ji teref  Midûrtiya Bajêr a Koordînasyona Lijneya Hawirdoriyê ve  hatiye diyarkirin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.