Hamas derbarê Qudsê de ji xelkê Tirkîyê re teşekur kir

Hamas derbarê Qudsê de ji xelkê Tirkîyê re teşekur kir

Îsmaîl Henîyeyê Serokê Buroya Sîyasî û Lîderê Hamasê bi SefîrêSerekkonsolaa Qudsê ya TirkîyêGurcan Turkoglu re hevdîtin kir.

Li gor daxuyanîya ku ji teref Hamasê hatiye belavkirin di hevdîtina ku hat kirin de Henîye helwesta Tirkîyê ya di warê Qudsa ku di bin îşxala sîyonîstan de ye teqdîr kir.

Henîye ji ber xwepêşanên ku li Tirkîyê bo Qudsê hatine tertîpkirin û ji ber desteka ku ji Quds û Fîlîstînê re hatiye dayîn him ji Serokomar Erdogan û him jî ji xelkê Tirkîyê re spas kir.

Di hevdîtina ku hat kirin de Sefîrê  Serekkonsolaa Qudsê ya Tirkîyê  Gurcan Turkoglu jî diyar kir helwesta Tirkîyê ya derbarê Quds û Fîlîstînê de diyar e û heta ku Amerîka ji qerara xwe vegere ew ê hewildanên xwe bidomînin.

ÎLKHA

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.