Hat îddîakirin yekîneya xerakirinê eşyayên xelkê mexdûr didize

Hat îddîakirin yekîneya xerakirinê eşyayên xelkê mexdûr didize

Li navçeya Nisêbîna Mêrdînê hêj xerakirina malên ku ji ber pevçûnan zirar dîtibûn berdewam dike, lê belê hemwelatiyên ku mexdûr bûne destnîşan dikin ku yekîneya xerakirinê eşyayên wan didizin.

Xelkê mexdûr ên ku îddîa kirin eşyayên wan tên dizîn ji bo vê iddiaya xwe bidin îspatkirin kesên ku eşyayên wan didizin kişandin kamerayê.Di dîmenan de rewş saniye bi saniye tê dîtin.

Di dîmenên ku bi ÎLKHAyê re hatine parvekirin de kesên ku ji cil û bergên wan tê fêmkirin ji yekîneya xerakirinê ne ji çend malan eşyayan derdixin û li wesayîtê bardikin.

O.A.yê ku ji nîştecihên taxa Zeynel Abîdînê ye destnîşan kir digel xebatên xerakirinê bûyerên talan û diziyê zêdetir bûne û di derbarê mijarê de wiha axivî: “Gelek hemweltiyên ku ji bo malên xwe barbikin dilekçe dabûn qeymeqamtiyê ku dema çûn malên xwe dîtin ku eşyayên wan hatine dizîn.Eşyayên min bi xwe jî hatine dizîn.Ji xwe ji dîmenên ku ji derveyê têlan hatine kişandin de jî tê dîtin ku kesên ku di karê xerakirinê de dixebitin  eşyayê hinek kesan didizin.Pêwîst e kesên rayedar div î warî de tedbîran bistînin.”(ÎLKHA)

HABERE YORUM KAT
UYARI: Küfür, hakaret, rencide edici cümleler veya imalar, inançlara saldırı içeren, imla kuralları ile yazılmamış,
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.