Haydê Zarokno Em Herin Camîyê!
Ji teref Serokatîya Dîyanetê ve qursên Quranê yên havînê dest pê kirin.
Sala par 3 milyon zarok çûbûn qursên Quranê. Temaya îsal wek “Em bazdin camîyê, bigrin dersa Qûranê” hat dîyarkirin.
Îsal qursên Quranê wê ji sê dewran pêk bê.
Alîkarê serokê şûbeya Dîyanet-Senê yê Dîyarbekirê Yahya Özer, der barê naveroka Qursên Quranê yên havînê de agahî dan.
Özer dîyar kir ku di salên borî de di qursên Quranê de sînorên ‘umir hebû lê niha ev du sal e ku ev qedexe û sînor ji holê hatiye rakirin.
Serokê komela Îqra-Derê Mûrat Arslan jî îfade kir ku di perwerdeya Quranê de lazim e ku dê û bav li gor girîngîya mesûliyeta xwe tevbigerin û bal kişand ser ehemiyeta perwerdeya zarokan ya li gorî Quranê.
Qursên Quranê yên havînê, heta 22ê Tebaxê roja înê dewam dikin
BANGAHEQ
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.