Hecî ji bo xatirxwestina ji Kaîbeyê amade dibin: Tewafa xatirxwestinê hat kirin
Heciyên ku li axa pîroz wezîfeya xwe ya heccê bi cih anîn û hejmara wan gihîşt 1,7 milyonî, tewafa xatirxwestinê (Tewafê Weda'ê) kirin.
Mislimanên ku ji bo bibin hecî ji welatên cuda yên cîhanê hatine axa pîroz, bi kêfxweşiya bi cih anîna hemû şert û rênîşandeyên heccê, ji bo xatirxwestina ji axa pîroz amade dibin.
Ji bo bi cih anîna îbadeta heccê, îsal 1,7 milyon misliman çûn axa pîroz.
Mislimanan qonaxên herî giring ên geşta pîroz a ku ji Erefatê heta Muzdelîfeyê û ji wir jî heta Kaîbeyê dirêj dibe, temam kirin.
Piştî avêtina beran (şeytan taşlama), heciyên ku piraniya wan berê xwe dan Kaîbeya ku dê di demeke nêz de xatir jê bixwazin, tewafa xatirxwestinê (Tewafê Weda'ê) kirin.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.