Hedîseya Qezaya Asansorê
Çendakî berê li Mecîdîyekoya Stenbolê li înşaetê qezaya asansorê pêk hatibû û di hedîseyê de 10 kesan can dabûn. Di heqê qezayê de 4 kes hatin girtin, 2 kes jî bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.
Li Şîşliya Stenbolê di 6ê îlonê de di înşeata ku li cihê Stada Alî Samî Yenê dihat çêkirin de, asansora ku bar û xebatkar tê de bûn, ji qata 32an ketibûû bi erdê ve zeliqîbû. Di hedîseyê de 10 xebatkar miribûn.
Lêpirsîna qezayê ji aliyê Dozgerê Cimhûriyetê yê Stenbolê Erdal Bağci ve tê meşandin. Bağci di çarçoveya lêpirsînê de 6 gûmanbarên ku wek mesûlê qezayêbûn bi armanca girtinê sewqî dadgehê kir. Mehkema Sulha Cezayê ya 3an ya Stenbolê îfadeya wan girt.
Heyeta mehkemê bi hinceta ku bi texsîrî bûne sedema mirina gelek kesan,ji bo 4 gumanbaran qirara girtinê da. 2 gumanbar jî bi şertê kontrola edlî serbest hatin berdan.
Di çarçoveya lêpirsînêde îfadeya 11 kesan hatibû girtin û ji wan 6 kes bi daxwaza girtinê sewqî mehkemê bûbûn û 5 kesên din jî serbest hatibûn berdan.
Türkçe karakter kullanılmayan ve büyük harflerle yazılmış yorumlar onaylanmamaktadır.